Ekip
15 Tîrmeh 2026•Rojanekirin: 15 Tîrmeh 2026
Di mizgeftên li Stenbolê da ji bo wan welatiyên ku di hewldana derbeyê ya Rêxistina Terorîst ya Fetullahî (FETO) ya 15ê Tîrmeha 2016an da şehîd ketibûn, mewlûd hat xwendin.
Di bin kordînasyona Walîtiya Stenbolê da û bi hevkariya Serokatiya Ragihandinê ya Serokomariyê û Komeleya 15ê Tîrmehê li mizgeftên li Stenbolê ji bo şehîdên 15ê Tîrmehê mewlûd hat xwendin.
Welatiyan eleqeyeke mezin nîşanî wan bernameyan dan ku li mizgeftên li seranserê hemû navçeyan, bi taybetî jî li Mizgefta Mezin ya Ayasofyayê û mizgeftên Sultanahmet, Fatih, Suleymaniye, Taksîm û Buyuk Çamlicayê hatibûn organîzekirin.