Li Meletiyê weşandina darên qeysiyên ji hêla YEyê tescilkirî didome
Li Meletiya ku pareke giring a hilberîna qeysiyên hişkkirî yên dinyayê dabîn dike, weşandina darên qeysiyên ji hêla YEyê tescilkirî berdewam e
Muhammed Batu Ak
23 Tîrmeh 2026•Rojanekirin: 23 Tîrmeh 2026
photo: Muhammed Batu Ak / AA
MALATYA
Li Meletiya ku pareke giring a hilberîna qeysiyên hişkkirî yên dinyayê dabîn dike, weşandina darên qeysiyên Meletiyê berdewam e ku ji hêla Yekîtiya Ewropayê (YE) tescilkirî ne.
Wêne : Muhammed Batu Ak/AA
Li bajarê ku derdora 9 milyon darên qeysiyan hene, hilberîner darên qeysiyan ku bi qasî 32 cureyên wan hene, dadiweşînin û her wiha ji bo hişkkirinê kom dikin.
Hilberîner her wisa ji ber ber û bereketa îsal kêfxweş in û ji aliyê xwe va karkerên demsalî jî di xebata xwe da ya di kelekela havînê da berdewam in.
Wêne : Muhammed Batu Ak/AA
Şixulê karkerên demsalî berî şefeqê dest pê dike. Karkerên ku derdora saet 05.00an tên qadê, qeysiyên komkirî li vir tên bijartin û yên hûr û gir ji hev tên cudakirin. Pişt ra jî tên depokirin ku ji bo bazarê yan jî îxracatê amade bin.
Ev pêvajoya ku bi rêjeyeke mezin bi keda însanan diçe serî, qismê herî bi zehmet ê komkirina qeysiyan e.
Erhan Almendiyê şêniyê Taxa Kendirliyê ya navçeya Yeşilyurtê yê ku hilberîna qeysiyan dike, ji peyamnêrê AAyê ra diyar kir ku qeysiyê Meletiyê bi rêjeya zêde ya şekirê va û her wiha bi dewlemendiya fosfor û potasyumê va ji cureyên din vediqete ku ev qalîte jî xwe dispêre tav û hewaya bajêr.
Almendî bal kişand ku qeysiyê Meletiyê berhemeke giring a îxracatê ye.
Îbrahîm Bayirê karkerê çandiniyê yê demsalî jî diyar kir ku 12 sal e ew her sezon tê û di komkirina qeysiyan da dixebite.