Ahmet Can Erdogan, Arif Ayhan Korkmaz
27 Tîrmeh 2026•Rojanekirin: 27 Tîrmeh 2026
Li Tersûsa navçeya Mêrsînê ji heman malbatê 4 kesên ku ketin behrê û tê da xeniqîn, cinazeyên wan hatin definkirin.
Duh li Taxa Kulakê Zehra Ozturk (39), mêrê wê Savaş Ozturk (42), xwişka wê Ceylan Dagaşan (30) û Halîl Ozturkê (16) ku cinazeyê wî serê sibehê hat dîtin, ketin behrê û tê da xeniqîn. Cinazeyê wan ji morgê hatin hildan û birin Goristana Bajêr a Tersûsê.
Li vê derê nimêja cinazeyan hat kirin û cinaze li Goristana Bajêr a Sucularê hatin definkirin.
Eqrebayên malbatê, Parlamenterê Mêrsînê yê AK Partiyê Hasan Ufuk Çakir, Qaymeqamê Tersûsê Mehmet Alî Akyuz, Midûrê Ewlehiya Navçeyê Berat Gunçîçek, Fermandarê Cendirmeya Navçeyê Serdar Mehmet Guler, Serokê Navçeya Tersûsê yê AK Partiyê Fevzî Înan û welatî beşdarî nimêja cinaze bûn.
Duh li Taxa Kulakê malbata ku ji 5 kesan pêk dihat ketin behrê û ji malbatê Zehra û mêrê wê Savaş Ozturk, Ceylan Dagaşan û Halîl Ozturk xeniqîbûn, Fatma Ozturka keça malbatê ku talûkeya xeniqînê derbas kir, rakiribûn nexweşxaneyê.