Muharrem Cin
22 Tîrmeh 2026•Rojanekirin: 22 Tîrmeh 2026
Li Kutahyayê otobusa rêwiyan li bariyeran qelibî û welgeriya û her wiha li gorî encamên destpêkê 31 kes birîndar bûn.
Otobusa rêwiyan a plaqe 50 DK 949 ya M.E.G. diajot û sefera Stenbol-Kuşadasiyê dikir, li kîlometreya 36em a rêbejaya Kutahya-Afyonkarahîsarê ji kontrola ajokar derket û welgeriya.
Piştî ku ji 112 Navenda Hawarê ra agahî hat dayîn, gelek ekîbên AFAD, îtfaiye, tenduristî, polês û cendirmeyê hatin sewqkirin.
Li gorî encamên destpêkê di qezayê da 31 kes birîndar bûn.
Birîndar piştî midaxeleya ewil a li cihê qezayê bi ambulansan bo nexweşxaneyên nêzîk hatin veguhestin.
Ji ber qezayê îstiqameta Afyonkarahîsarê ya rêbejaya Kutahya-Afyonkarahîsarê ji trafîqê ra hat girtin.