Li Karliovaya navçeya Bîngolê pêşbaziya hespan a kevnare hat kirin
Li gundê Toklularê ya Karliova navçeya Bîngolê pêşbaziya hespan a kevnare hat kirin
Rıdvan Korkulutaş, Bülent Temiz
28 Hezîran 2026•Rojanekirin: 28 Hezîran 2026
photo: Rıdvan Korkulutaş / AA
BINGÖL
Li gundê Toklularê ya Karliova navçeya Bîngolê pêşbaziya hespan a kevnare hat kirin.
Şaredariya Karliovayê û Kulûba Werzişa bi Hespan a Karliovayê pêşbazî organîze kir û 32 werzişvan beşdarî pêşbaziyê bûn.
Misabaqa di sê kategoriyan da hat lidarxistin, Mehmet Şahîn, Serhat Kala û Alîcan Şahîn di kategoriyên xwe da bûn yekemîn.
Wêne : Rıdvan Korkulutaş/AA
Kesên ku di pêşbaziyê da bi ser ketin, Şaredariya Karliovayê zêr diyariyê wan kir.
Ji pêşbazan Mehmet Şahînê 31 salî ji mensûbên çapemeniyê ra got ku ew pir şa ye ku bû yekemîn.
Şahîn wiha got, "Tiştekî pir baş e ku siyariya hespan hê dewam dike. Bi piştgiriya mezinên me heke pêşbaziyên me yên hespan dewam bikin wê pir baş be. Ez îro di kategoriyekê da bûm yekemîn. Hesteke pir baş bû."
Midûrê Çapemenî û Têkiliyên Gel ê Şaredariya Karliovayê Metîn Bîngol jî got ku gelek kesan eleqe nîşanî pêşbaziyan da.
Bîngol diyar kir ku pêşbaziyên esil wê di meha cotmehê da bi kordîneya Qaymeqamtiyê werin lidarxistin û spasiya beşdaran kir.