Li Yuksekovaya navçeya Hekariyê kamyon û minîbus li hev qelibîn, 2 kes mirin û 3 kes jî birîndar bûn.
Minîbusa ku nasnameya şofêrê wê hê nediyar e û plaqeya wê 27 ACR 802 e, li kamyona ku nasnameya şofêrê wê hê nediyar e û plaqeya wê 06 FT 6436 e qelibî.
Li ser cawdayînê ekîbên Tenduristiya Bilez a 112yê, agirkuj û polêsan çûn cihê qezayê.
Di qezayê da 2 kes mirin û 3 kes jî birîndar bûn.
Birîndar bi ambulansan rakirin nexweşxaneyê.
Hat ragihandin ku ji birîndaran rewşa kesekî giran e.