Li Hekariyê di meha hezîranê da paqijkirina berfê dewam dike
Li herêma Golên Satê yên Îkiyakayê ya ku qalindahiya berfê cîbicî digêhêje 6 mêtroyan, xebatên paqijkirina berfê dewam dikin
Ulaş Güven
21 Hezîran 2026•Rojanekirin: 21 Hezîran 2026
photo: Yüksekova İlçe Özel İdaresi / AA
HAKKARI
Li herêma Golên Satê yên Îkiyakayê ya Yuksekovaya navçeya Hekariyê, xebatên ji bo vekirina rêya baregeha eskerî yên paqijkirina berfê dewam dikin.
Ekîbên paqijkirina berfê yên girêdayî Rêveberiya Taybet a Navçeya Yuksekovayê ji bo paqijkirina rêyên ku berfê girtine yên li deverên bilind, di havînê da jî didomînin.
Wêne : Yüksekova İlçe Özel İdaresi/AA
Di vê çarçoveyê da, hefteya borî li herêma Golên Satê yên Îkiyakayê ya ku bi qasî 50 kîlomêtro dûrî navenda navçeyê ye, xebatan dest pê kir.
Li herêmê qalindahiya berfê cîbicî digêhêje 6 mêtroyan.
Ekîban li herêma ku bilindahiya wê 3 hezar û 500 mêtro ye, 14 kîlomêtro rêya ku berfê girtibû vekirin.
Ji bo ku rêya digêhêje herêma baregehê bi tevahî di demeke kin da bê vekirin, ekîb dixebitin.