İsmail Şen
26 Tîrmeh 2026•Rojanekirin: 26 Tîrmeh 2026
Li Sîvrîceya navçeya Elezîzê 8 kesên ku li Gola Hezarê ji ber ku keleka lê siwar bûbûn avê hilda asê man, hatin xelaskirin.
Keleka ku jê yek zarok 7 ziyaretvanên ku hatine geştê û xwediyê kargeheke li devê golê Mehmet Bahçecî lê siwar bûbûn, piştî demekêji aliyê motorê va dest bi hilçîna avê kir.
Bahçecî caw da Navenda Banga Acîl a 112yê û kesên ku jiyana mirovan xelas dikin ên devê qeraxa golê.
Li ser vê, cendirme û ekîbên Tebduristiya Bilez a 112yê, AFAD û UMKEyê çûn herêmê.
Kesên ku jiyana mirovan xelas dikin xwe gihandin kelekê û wan bi Bahçecî va ziyaretvan derxistin qeraxê.
Keleka ku mirov jê hatin xelaskirin piştî demekê noqî avê bû.
Ekîbên tenduristiyê rewşa ziyaretvanan kontrol kirin û hat ragihandin ku rewşa wan baş e.
Xwediyê kargeha devê golê Bahçecî ji nûçegihanan ra wiha daxuyand: "Jê yek zarok, 7 mêvanên me hebûn. Me bi saya hevalên me yên ku jiyana mirovan xelas dikin, ew bi jet skî û kelekan va bilez texliye kir. Her kes derket qeraxê, şikir her kes baş e."