Li Gazîentab, Şanliurfa, Kilîs, Meletî û Kahramanmaraşê kelekela germa havînê tesîreke neyînî li jiyanê dike.
Li Gazîentaba ku germahiya hewayê derdora 38 pileyan e, bi tesîra hewaya germ, liv û lebata di kuçe û kolanan da kêm bû.
Welatî ji ber germê li devera Bulwara Serweriya Neteweyî li Parqa Spîndarê li ber sîberan rûniştin.
- Şanliurfa
Li Şanliurfaya ku ji bajarên herî germ ê Tirkiyeyê ye, termometreyan 48 pile nîşan da.
Kesên nexwestin tîrêjên tavê tesîrê li wan bike, li parq û cihên hêşînahî û her wiha Binkeya Gola Masiyan wextê xwe derbas dikin.
Hin welatî jî li ber kaniyan ser û çavê xwe dişûn û xwe hênik dikin.
Li herêma sûka dîrokî jî vantîlator tên vekirin da ku welatî di dorhêleke hênik da danûsitandinê bikin.
Hin zarokan jî li ber kaniyan ser û çavê xwe şûşt ku hênik bibin.
- Kilîs
Li Kilîsa ku germahiya hewayê 37 pile hat pîvan, welatiyên xwestin hênik bibin berê xwe dan parq, hewz, baxçe û cihên bi sîber.
Li vir jî ji ber germê kolan û meydanên sereke yên wekî Kolana Cumhuriyetê û Meydana Cumhuriyetê xalî man.
Hin welatiyan jî li ber kaniyan ser û çavê xwe şûşt ku hênik bibin.
- Meletî
Li Meletiyê kelekela germa havînê tesîreke neyînî li jiyanê kir.
Li navenda bajêr li kolanên Kişla û Înonuyê û her wiha li derdora Sûka Sergirtî ya Înonu liv û lebata însanan kêm bû, hin welatiyan jî xwe dan ber siya avahiyan.
- Kahramanmaraş
Li Kahramanmaraşê jî bi tesîra kelekela germa havînê kolan û meydanên sereke yên bajêr yên wekî Meydana Îradeya Neteweyî, Meydana Demokrasiyê, Bulwara Necmeddîn Erbakan û Bulwara Alparslan Turkeş liv û lebat kêm bû.
Kesên ji germê aciz bûn, berê xwe dan sûkên sergirtî, parq û cihên bi sîber.
Li navenda bajêr termometreyan 38 pile nîşan da.