İbrahim Özcan, Rauf Maltaş, Sinan Doruk, Safiyenur Aydaş
27 Tîrmeh 2026•Rojanekirin: 27 Tîrmeh 2026
Li Gazîentab, Şanliurfa, Kahramanmaraş û Kilîsê kelekela germa havînê tesîreke neyînî li jiyanê dike.
Li bajêr bi tesîra hewaya germ, liv û lebata di kuçe û kolanên sereke da kêm bû.
Wêne : İbrahim Özcan/AA
Welatî her wiha ji ber germê li devera Bulwara Serweriya Neteweyî li parqê û her wiha li ber sîberan rûniştin.
- Şanliurfa
Li Şanliurfayê jî welatiyên ku naxwazin tîrêjên tavê tesîrê li wan bike, li parq û cihên hêşînahî wextê xwe derbas dikin.
Hin welatî jî li ber kaniyan ser û çavê xwe dişûn û xwe hênik dikin.
Her wiha kuçe û kolanên sereke yên bajêr ji ber germê xalî man.
- Kahramanmaraş
Li Kahramanmaraşê jî bi tesîra kelekela germa havînê kolan û meydanên sereke yên bajêr xalî man.
Kesên ji germê aciz bûn, berê xwe dan parqan û ber sîberan. Her wiha hin kes jî çûn navendên danûsitandinê ku hinêk bibin.
Li navenda bajêr termometreyan 35 pile nîşan da.
- Kilîs
Li Kilîsa ku germahiya hewayê 34 pile hat pîvan, welatiyên xwestin hênik bibin berê xwe dan parq, hewz, baxçe û cihên bi sîber.
Li vir jî ji ber germê kolan û meydanên sereke xalî bûn.