Elif Somuncu, Ahmet Cemil Yeşilmen
25 Tîrmeh 2026•Rojanekirin: 25 Tîrmeh 2026
Li Eyupsultanê otobusa rêwiyan û otomobîl li hev qelibîn, di encamê da 2 jê bi giranî, 30 kes birîndar bûn.
Li taxa Nîşancayê li ser caddeya Yavedutê otobusa rêwiyan û otomobîl li hev qelibîn. Otobus piştra li sitûnê tabelayê qelibî.
Di qezayê da hinek rêwiyên di otobusê da birîndar bûn.
Li ser îxbarê ekîbên polîs, tendirustî û îtfaiyeyê hatin cihê bûyerê.
Ekîbên tendirustiyê piştî midaxeleya berahî birîndar rakirin nexweşxaneyê.
Hat ragihandin ku 2 jê bi giranî, 30 kes birîndar bûne.