Günay Nuh
23 Tîrmeh 2026•Rojanekirin: 23 Tîrmeh 2026
Li Erdexanê wesayîteke bazirganiyê ya sivik û wesayîteke tîpa wê SUV e li hev qelibîn, 4 kes mirin û 2 kes jî birîndar bûn.
Wesayîteke bazirganiyê ya sivik a ku şofêrê wê Engîn O. û plaqeya wê 16 ZZ 970 e û wesayîteke tîpa wê SUV ya ku şofêrê wê Enes Ş. û plaqeya wê 75 AAL 209 e li ser rêya Erdexan-Ardanuçê li taxa Yalnizçamê li hev qelibîn.
Kesên ji rê derbas dibûn caw dan û li ser vê ekîbên tenduristiyê, cendirme, polês û AFADê çûn cihê qezayê.
Di qezayê da şofêrê wesayîta bazirganiyê ya sivik Engîn O. (65) û Nurşen D. (70) û Tumer D. (69) mirin.
Şofêrê wesayîta din Enes Ş. (20) û Muhammet Alî Ş. (20) û Erdal O. (64) jî birîndar bûn.
Birîndar bi ambulansan rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Erdexanê, lê ji birîndaran Erdal O. li hemberî hemû hewldanan ji mirinê nefilitî.
Hat ragihandin ku dermankirina 2 birîndaran jî dewam dike.