Günay Nuh
23 Tîrmeh 2026•Rojanekirin: 23 Tîrmeh 2026
Li Erdexanê wesayîteke bazirganiyê ya sivik û wesayîteke tîpa wê SUV e li hev qelibîn, 4 kes mirin û 2 kes jî birîndar bûn.
Wesayîteke bazirganiyê ya sivik a ku nasnameya şofêrê wê hê nediyar e û plaqeya wê 16 ZZ 970 e û wesayîteke tîpa wê SUV ya ku nasnameya şofêrê wê hê nediyar e û plaqeya wê 75 AAL 209 e li ser rêya Erdexan-Ardanuçê li taxa Yalnizçamê li hev qelibîn.
Kesên ji rê derbas dibûn caw dan û li ser vê ekîbên tenduristiyê, cendirme, polês û AFADê çûn cihê qezayê.
Di qezayê da 3 kes li cihê bûyerê mirin û 3 kes jî birîndar bûn.
Birîndar bi ambulansan rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Erdexanê, lê ji birîndaran kesek li hemberî hemû hewldanan ji mirinê nefilitî.
Hat ragihandin ku dermankirina 2 birîndaran jî dewam dike.