Aydın Arik
21 Hezîran 2026•Rojanekirin: 21 Hezîran 2026
Li Şikeftên Hîlarê yên li Erxaniya navçeya Diyarbekirê di çarçoveya "Roja Yogayê ya Dinyayê" da çalakiya yogayê hat lidarxistin.
Di çalakiya ku bi hevkariya Midûriya Werziş û Ciwaniyê ya Bajêr û Federasyona Werzişê hat lidarxistin da 60 antrenorên jin ên di bin banê Midûriya Werziş û Ciwaniyê ya Bajêr peywir dikin civiyan.
Di çalakiya ku li Şikeftên Hîlarê ya 12 hezar salî hat lidarxistin da bi hîndekarên yogayê ra egzersizên nefedê, meditasyon û yoga hat lidarxistin.
Beşdarvan di çalakiya ku biqasî saet û nîvê dewam kir da bal kişandin ser jiyana bi tenduristî.