Mustafa Karabıyık, Süleyman Elcin
26 Tîrmeh 2026•Rojanekirin: 26 Tîrmeh 2026
Li Manavgata navçeya Antalyayê otomobîl totî kendal bû û 5 kesên tê da mirin.
Li Taxa Beydiginê otomobîla ku di Rêya Taşagil-Derebucakê da ji kontrolê derket, totî kendal bû.
Li ser îxbara kesên ku qeza dît, eîbên tenduristî, AFAD, îtfaiye û cendirmeyê bo deverê hatin sewqkirin.
Ekîbên çûn jêra kendal, tesbît kirin ku 5 kesên di otomobîlê da mirine.
Her wiha 2 kesên di qezayê da birîndar bûn jî ji hêla ekîban bo nexweşxaneyê hatin veguhestin.
Hulusî Şahînê Waliyê Antalyayê ji peyamnêrê AAyê ra diyar kir, di otomobîlê da 7 kes hebûn û jê 5 kes mirin.
Şahîn bal kişand ku ji 2 birîndaran yek, jineke ducanî ye û her wiha xebata ekîban li cihê qezayê didome.