Fatma Sevinç Çetin
14 Hezîran 2026•Rojanekirin: 14 Hezîran 2026
Kampanyaya firotina vekirî ya Serokatiya Rêveberiya Xaniyên Komî (TOKÎ) ya Wezareta Hawirdor, Bajarvanî û Guherîna Avûhewayê sibê dest pê dike ku di vê çarçoveyê da li 64 parêzhgehan 20 hezar xanî dê bên firotin.
Li gorî daxuyaniya Wezaretê, şaxên Banqeya Ziraetê û Halkbankê dê pêvajoya firotinê bi rê va bibin. Welatî dikarin serî li banqeyan bidin û li gorî budceya xwe xaniyên guncav bikirin. Pêvajoya firotinê dê heya 17ê Tîrmehê bidome û di vê navberê da kesê ku ewil serî lê dide, dê bibe xwedî avantaj.
Her wiha di kampanyaya firotina vekirî da sînorê dahatê yan jî mecbûriyeta îqameta li parêzgeha proje lê tê çêkirin tuneye. Welatiyekî Komara Tirkiyeyê yê bûye 18 salî, heger li ser wî yan jî li ser hevsera wî xanî ne qeydkirî be, dikare sûdê ji kampanyayê bistîne.
Kesên ku şertên wan guncav in, dikarin plana peredayînê ya li gorî budceya xwe bineqînin, pêşînatê razînin banqeyê û peymana firotina xeyrîmenqûlê îmze bikin.
Agahiyên biwarê biha û pêvajoya teslîmkirina xaniyan li ser malpera "https://talep.toki.gov.tr/AcikSatis/"ê ne.
Projeyên ku çêkirina wan didome, ji dîroka peymanê û pê va herî dereng dê di nava 48 mehan kuta bibin û bên teslîmkirin.