Özcan Yıldırım
15 Tîrmeh 2026•Rojanekirin: 15 Tîrmeh 2026
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan di gotara xwe da got, "15ê Tîrmehê ne tenê şeveke ku hewldaneke darbeyê ya xayîn hate têkkirin e; ew serkeftineke mezin ya demokrasiyê ye ku bi tîpên zêrîn di dîrokê da hatiye nivîsandin û tê da miletê me bi canê xwe ji bo îrade, demokrasî û serxwebûna xwe rabû ser piyan."
Erdogan ji bo Roja Demokrasî û Yekîtiya Neteweyî ya 15ê Tîrmehê, gotareke bi sernavê "15ê Tîrmehê: Beyannameya Serxwebûnê ya Sedsala Tirkiyeyê" nivîsand.
Serokomar Erdogan di gotara ku di rojnameyan da hat weşandin da got, "Ji ser şeva ku neteweyeke mezin rêça dîrokê guherand û bi canê xwe ji bo serxwebûn û pêşeroja xwe şer kir, deh sal derbas bûye" û ev nirxandin kirin:
"15ê Tîrmehê ne tenê şeveke ku hewldaneke darbeyê ya xayîn hate têkkirin e; ew serkeftineke mezin ya demokrasiyê ye ku bi tîpên zêrîn di dîrokê da hatiye nivîsandin û tê da miletê me bi canê xwe ji bo îrade, demokrasî û serxwebûna xwe rabû ser piyan. Di wê şevê da gelê me yê hêja, heman tiştê ku di dema Şerê Rizgariyê da kiribû, careke din kir û derseke herî mezin ya dîrokê da emperyalîstên ku hewl dan axa me dagir bikin û her wiha da hevkarên wan."
Erdogan di gotara xwe da diyar kir ku dema wan bang li gelê hêja kir ku ji bo parastina îradeya neteweyî li hemberî hewldana xiyanetê ya bêhempa ya rêxistina terorîst ya harbûyî derkevin qadan û balafirgehan, ew ne tenê bangewaziyeke asayî dikirin û van nêrînan parve kir:
"Banga ku me ji miletê xwe ra kir, şahidiya baweriya me ya bi aqilê demokratîk, feraset û wêrekiya gelê me yê hêja bû. Wê şevê, miletê me zincîrên ku dixwestin îradeya wê girê bidin, şikand, zincîrên wesayet û xiyanetê avêt û yek bi yek astengiyên li pêşiya Tirkiyeyê hilweşandin. Wê şevê 253 hevwelatiyên me şerbeta şehadetê vexwarin û zêdetirî 2 hezar bira û xwişkên me birîndar bûn. Her yek ji van kesan wekî semboleke cihêreng ya fedakarî, wêrekî û qehremaniya ku di parastina welat, ala û îradeya neteweyî da ne."