Kemal Karadağ
05 Tebax 2026•Rojanekirin: 05 Tebax 2026
Numan Kurtulmuşê Serokê TBMMyê derbarê Pêşniyaza Qanûna Xurtkirina Piştevaniya Neteweyî û Yekparebûna Civakî de nirxandina, "Xebatên ku di bin banê Meclisa me ya Xazî de hatin meşandin, bûn mînakeke bêhempa ya demokrasiyê ku hişê dewletê û îrfana gel di heman armancê de tîne cem hev" kir.
Kurtulmuş, di daxuyaniya li ser hesabê xwe yê medyaya civakî da ragihand ku Pêşniyaza Qanûna Xurtkirina Piştevaniya Neteweyî û Yekparebûna Civakî bo Serokatiya TBMMyê hat pêşkêşkirin ku di çarçoveya rapora Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Biratî û Demokrasiyê da hat amadekirin.
Kurtulmuşê ku îfadeya "Xebatên ku di bin banê Meclisa me ya Xazî de hatin meşandin, bûn mînakeke bêhempa ya demokrasiyê ku hişê dewletê û îrfana gel di heman armancê de tîne cem hev" bi kar anî, ev nirxandin kirin:
"Ev xebata ku têgihiştinên cuda yên siyasî di xaleke hevpar a wisa giring da tîne cem hev, li gorî armanca 'Tirkiyeya Bêteror' dê keleha navxweyî ya welatê me qayim bike û her wiha merhaleyeke giring e ku dê yekîtî û biratiya me ya neteweyî hîn zêdetir xurt bike. Em bawer dikin ku ev gav, bi guherîna avûhewaya siyasî û fikrî re, di sedsala duyem a Komara me da dê îmkan û fersendên nû bixe ber welatê me, dê xurtbûna demokrasiya me, zêdebûna refaha miletê me û peyitîna ewlehî û biratiyê dabîn bike û deriyê serdemeke nû veke."
Kurtulmuş, spasiya partiyên siyasî yên ku piştgirî dan vê pêvajoyê, nûnerên civaka sivîl ên ku bi nêrîn û pêşniyarên xwe nirx li xebatan zêde kirin û kedkarên çapemeniyê yên ku pêvajo bi aqlêselîm şopandin kir û her wiha da zanîn ku spasiya herî mezin jî miletê Tirk heq dike ku bi sebr, feraset û piştgiriya xwe xwedî li paşeroja hevpar a Tirkiyeyê derket.
Numan Kurtulmuş her wiha hêvî kir ku Pêşniyaza Qanûna Xurtkirina Piştevaniya Neteweyî û Yekparebûna Civakî bibe wesîleya xêrê.