Sidar Can Eren
24 Tîrmeh 2026•Rojanekirin: 24 Tîrmeh 2026
Di lêpirsîna windabûna xwendekara zanîngehê Gulistan Dokuyê da ku ji 5ê Çileya paşîn a 2020an vir va li Tunceliyê winda ye, 15 gumanbar hatin binçavkirin. Ji wana 3 kes, ku hevjîna Waliyê berê yê Tunceliyê Tuncay Sonel jî di nav da ye, sewqî edliyeyê hatin kirin.
Ji 15 gumanbarên ku di çarçoveya lêpirsîna Gulistan Dokuyê da, li ser talîmatên Serdozgeriyên Tuncelî û Erziromê li Elezîz, Meletî, Enqere, Stenbol û Tunceliyê hatine binçavkirin, ji 15 gumanbaran karûbarên 3yan ên li cendirmeyê qediya.
Handan Sonela hevjîna Waliyê berê yê Tunceliyê Tuncay Sonel, ku ji kontrola tenduristiyê ra derbas bû, xwediyê şîrketa IT-yê M.A. ku tê bawerkirin destwerdana telefona Dokuyê kiriye, û serokê berê yê ewlehiyê Y.A, sewqî edliyeyê hatin kirin.
Endamên malbata Dokuyê li ber edliyeyê bertek nîşanî gumanbaran dan.
Karûbarên gumanbarên din hîn jî li cendermeyê berdewam e.