Özlem Limon
09 Tîrmeh 2026•Rojanekirin: 09 Tîrmeh 2026
Menuya xwarina galayê ya fermî ya li Kuliyeya Serokomariyê di çarçoveya 36emîn Lutkeya Serokdewlet û Serokhikûmetên NATOyê da ji bo xatirê lîderan hat dayîn, ji hêla Fatih Tutakê şefê xwedî du stêrkên Michelinê.
Li gorî daxuyaniya têkildarî mijarê, lîderên welatên 32 endamên NATOyê, serokdewletên vexwendî û heyetên astbilind beşdarî xwarina galayê bûn ku bi mazûvaniya Serokomar Recep Tayyip Erdogan pêk hat.
Tutakê ku nasandina metbexa Tirk kiriye navenda kariyera xwe, di xwarina galayê ya fermî ya 36emîn Lutkeya Lîderên NATOyê da mîrata gastronomiyê ya Tirkiyeyê raberî lîderên dinyayê kir.
Menu ji pîdeyê firûna kevirî, rûnê nivîşk ê Trabzonê û hingivê kewarê reş ê Hîzanê, zerzewatên sorkirî yên bi zeytê zeytûnan û qatixê kizûrekî yê Denîzliyê, levrek û tarama, engînarê beniştî yê Urlayê û pelê tiriyên Toqatê, savarê firîkan ê bi karî û goştê berxan, parîfa parsû canege, nivîşkê Trabzonê yê kizûrî û bacanê reş, manti û doşava firingiyên Ayaşê, "milk peqlewe", kefa fistiqê Entabê û bergamot û her wiha berfeşîra Meraşê pêk hat.
Bi van xurekan va hewl hat dayîn ku cure û celebên metbexa dewlemend a Tirkiyeyê û her wiha çanda metbexa Tirkiyeyê ji bo mêvanan bê ravekirin.