Endamê FETOyê yê ku di hewla darbeya 15ê Tîrmehê da hewla sûîqesta Serokomar Erdogan dabû, hat girtin
Wezareta Navxweyî ragihand, endamê Rêxistina Terorê ya Fetullahî (FETO) B.K yê ku di hewla darbeya 15ê Tîrmehê da, li Marmarîsê di nava tîma hewla sûîqestê ya dijî Serokomar Recep Tayyip Erdogan dabû, hat girtin.
Hüseyin Cem Dağıstanlı
01 Tebax 2026•Rojanekirin: 01 Tebax 2026
ANKARA
Wezareta Navxweyî ragihand, endamê Rêxistina Terorê ya Fetullahî (FETO) B.K yê ku di hewla darbeya 15ê Tîrmehê da, li Marmarîsê di nava tîma hewla sûîqestê ya dijî Serokomar Recep Tayyip Erdogan dabû, hat girtin.
Li gorî daxuyaniya Wezareta Navxweyî, bi hemahengiya Serokatiya Îstixbaratê ya Rêveberiya Ewlekariya Giştî, ji aliyê rêveberiyên ewlekariyê yên li parêzgehên Afyonkarahisar û Eskîşehirê, operasyoneke hevbeş hat lidarxistin.
Terorîst B.Kyê, ku berê yuzbaşî û pîlotê helîkopterê bû û ji ber tevlêbûna wî di hewldana sûîqestê ya li dijî Serokomar Erdogan da, di hewldana darbeya 15ê Tîrmehê da, ji xizmetê hatibû derxistin û bi bultena sor lêgerîna wî hebû, di encama xebatan da cihê wî hat tesbîtkirin.
- Di malhucreyê da hat girtin
B.Kyê ku muameleyên wî li ewlekariyê berdewam in, di operasyoneke li dijî malhucreyê ya rêxistinê ya li Xaniyên Erdhejê yên Înaz ên li navenda bajêr da hat binçavkirin.
Ekîbên Şaxa Dijî Terorê ya Rêveberiya Ewlekariyê ya Afyonkarahisarê Terorîst B.K. yê ku her tim xuyangê xwe diguherand û ji bo ku neyê girtin nasnameyên saxte bi kar dianî, di operasyonekê da dema ku hewl dida bi mîqdarek mezin a pereyan bireve dervayî welêt, binçav kir.
Di daxuyaniya Wezaretê da hat destnîşankirin ku têkoşîna li dijî FETO û pêkhateyên wê dê bi biryardarî berdewam be.
Endamê FETOyê yê ku di hewla darbeya 15ê Tîrmehê da hewla sûîqesta Serokomar Erdogan dabû, hat girtin