Yekem sefera rasterast a balafirê ya di navbera Baku û Qersê da, ya ku tê payîn wê rê li ber têkiliyên veguhastin, bazirganî û geştiyariyê yên di navbera Tirkiye û Azerbeycanê de veke çêbû.
Balafira bi navê "AGHDAM" a ku hejmara wê AHY179 ya Rêhewayên Azerbeycanê (AZAL) ya ji Bakuyê rabû û di saet 13.30î da li Balafirgeha Navneteweyî ya Qersê ya Harakanî danî.
Ji bo sefera ewil merasîmeke pêşwazîkirinê hat lidarxistin.
Cîgira Waliyê Qersê Şeyma Aktaş Semîz, berpirsên protokolê yên bajêr û welatî beşdarî merasimê bûn.
Di merasimê da kulîlk dan rêwiyên ku ji Azerbeycanê hatine û li apronê pasteyeke li ser "Sefera Ewil a Qers-Bakuyê" hatiye nivîsîn hat birîn.
Serokê Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê ya Qersê Kadîr Bozanê ku di nav rêwiyên sefera ewil da bû ji rojnamevanan ra got xeta Baku-Qersê ne tenê di navbera her du bajaran da, ji bo tevahiya herêmê wê bibe rêyeke veguhastinê ya stratejîk.
Bozan diyar kir bi destpêkirina seferan va herêm rasterast bi Qafqasya û Asyaya Navîn va tê girêdan û wiha got: "Toreke veguhastinê ya girîng a ku Ekpresa Rojhilatê jî bi Qafqasyayê va girê dide ava bû. Ez hêvî dikim ev seferên ku wê feydeyê bidin vekirina destînasyonên nû, ji bo Qers, Erdexan, Îdir, Erzirom û tevahiya herêma me li ser xêrê be. Baku niha bi qasî saetekê dûrî me ye."
Ji rêwiyan Fatma Nazeliyeva û Azer Danyildiz jî anîn ziman ku ev seferên ku wê di navbera her du welatan da çêbibin ji bo wan hêsanî be û ji rayedaran ra spas kirin.
Tê payîn ku bi saya van seferan di navbera her du welatan da turîzm, bazirganî û çand zêdetir pêş bikeve.