Sidar Can Eren
27 Tîrmeh 2026•Rojanekirin: 27 Tîrmeh 2026
Li Tunceliyê di çarçoveya lêpirsîna Gulistan Dokuya xwendekara zanîngehê da ya ku ji 5ê Rêbendana 2020î û vir va xeber nayê sitandin, 18 berşikên din jî hatin binçavkirin.
Di çarçoveya telîmata serdozgeriyên komarê yên Erzirom û Tunceliyê da ji hêla Fermandariya Cendirmeyê Parêzgeha Erziromê vê sibehê li Nevşehir, Stenbol, Isparta, Bîlecîk, Bursa, Çanakkale, Ordu, Aydin, Diyarbekir, Qeyserî, Enqere, Erzincan, Eskişehir, Îzmir û Antalyayê operasyona hevdem hat lidarxistin.
Di operasyonan da der heqê 19 berşikan da miemele hatin kirin ku di navê da midûrê ewlekariyê, amîrê ewlekariyê, serkomîser, komîser, serpolês, 10 polês, kargerê kompûterê û 3 polêsên teqawidbûyî hene.
Li cendirmeyê miemeleyên berşikên binçavkirî didomin.