Esat Fırat, Haydar Şahin
23 Tîrmeh 2026•Rojanekirin: 23 Tîrmeh 2026
Hat ragihandin ku di êrîşa moşekî ya Amerîkayê ya dijî Xuzistana eyaleta Îranê da, li gor agahiyên ewil 2 kes hatin kuştin.
Li gorî daxuyaniya Walîtiya Xuzistanê ya ku di televizyona dewletê ya Îranê da hat weşandin, termînala rêwiyan a li deriyê sînor ê Selemçeyê ya di navbera Îran û Iraqê da, bû hedefa moşekên Amerîkayê.
Hat ragihandin di êrîşê da li gor agahiyên ewil 2 kes hatin kuştin.
Hat gotin li termînalê xebatên lêgerîn û xelaskirinê dewam dikin û deriyê sînor ji hatin û çûyînan ra vekiriye.
Ji hêla din, hat daxuyandin cihekî li nêzîkî bajarê Endîmeşkê ya li ser eyaletê jî hedef hat girtin.