Ayşe Karaosmanoğlu, Gamze Kılıççı
22 Tîrmeh 2026•Rojanekirin: 22 Tîrmeh 2026
Dawiya hefteyê li piraniya welêt barana ku dê ji rojavayê bakurê ra were, dê tesîra xwe nîşan bide.
Sefa Dereyê Pisporê Texmîna Hewayê yê Midûriyeta Giştî ya Meteorolojiyê ya Wezareta Hawirdor, Bajarvanî û Veguherîna Avûhewayê der barê rewşa hewayê ya dawiya hefteyê da agahî da peyamnêrê AAyê.
Dere destnîşan kir, sibê bi barana ku dê ji rojavayê bakur ra were, li bakur, navîn û rojavayê welêt baran dê dest pê bike.
Dere bal kişand ku baran dê sibê li bakurê welêt tesîra xwe nîşan bide û wiha dewam kir, "Ji bo rojhilatê Marmarayê, Behra Reş a Rojava, herêmên hundirîn ên Behra Reş a Rojhilat, dewrûbera Erdexan û Qersê em baranê pêşbînî dikin."
Dere her wiha bal kişand ku roja înê jî bo Herêma Marmarayê, Herêma Behra Reş, Herêma Anadoluya Navîn û devera Torosan a Herêma Behra Spî baran tê payîn û wiha dewam kir, "Dawiya hefteyê baran dê tevahiya herêmên navîn û rojava yên welêt têxe bin tesîra xwe. Li herêmên bakur ên welêt jî baran dê cih cihan gur û giran be."
Dere destnîşan kir ku baran dê li Anadoluya Navîn û Enqereyê ji înê şûnda xwe nîşan bide û li welêt germahiya hewayê dê bi asteke berbiçav bişikê.