Yusuf Soykan Bal
08 Tîrmeh 2026•Rojanekirin: 08 Tîrmeh 2026
Wezîrê Parastina Neteweyî Yaşar Guler di resepsiyona ku li Baregeha Ay Yildizê hat lidarxistin da, mazûvaniya Wezîrên Parastinê yên NATOyê kir.
Wezareta Parastina Neteweyî der barê mijarê da daxuyaniyek parve kir.
Di daxuyaniyê da hat diyarkirin ku di çarçoveya Civîna Serokên Dewlet û Hikûmetên NATOyê ya 36emîn ya ku bi mazûvaniya Serokomar Recep Tayyîp Erdogan hat lidarxistin da Baregeha Mişterek a Ay Yildizê cara ewil deriyên xwe ji Wezîrên Parastinê yên NATOyê ra vekir.
Hat gotin, di beşa Stêrkê ya baregehê da resepsiyonek hat lidarxistin û Wezîrê Parastina Neteweyî Guler mazûvaniya wezîrên mêvan kir.
Hat destnîşankirin, Guler li ber derî li gel bandoya eskerî pêşwaziya mêvanan kir û bi wan ra wêneyên bîranînê da kişandin.
Di daxuyaniyê da axaftina Guler jî hat parvekirin ku wî got ew gelekî kêfxweş e ku li Baregeha Ay Yildizê ya nû hat çêkirin, mêvanan diezimîne.
Wezîr Guler anî ziman ev der bi îlhama hîv û stêrka alaya ku di Tirkiyeyê da cî digire hatiye çêkirin û hemû sazûmaniyên parastin û fermandariya eskerî wê di bin yek banekî da bên civandin.