Abidin Yel
23 Tîrmeh 2026•Rojanekirin: 23 Tîrmeh 2026
Balafirgeha Şerafettîn Elçî ya Şirnexê di meha hezîranê da xizmeta 35 hezar û 205 rêwiyan kir.
Li gor daxuyaniya ji balafirgehê hat dayîn, Midûriya Giştî ya Dezgeha Meydanên Hewayê ya Dewletê ya Wezareta Gîhandin û Binesaziyê (DHMÎ) îstatîstîkên meha borî parve kirin.
Li gorî vê, di meha hezîranê da hatin û çûyîna rêwiyên li nav welêt ya li Balafirgeha Şerafettîn Elçî ya Şirnexê bû 35 hezar û 205.
Meha borî 661 balafiran sefer kir û 378 ton bar (bar, poste, baxaj) jî bi balafiran hat birin û anîn.