Balafirên ku ekîbên alîkariya mirovî, lêgerîn û rizgarkirinê ji Tirkiyeyê vediguhêzin Venezuelayê birê ketin
Balafirên ku ekîbên alîkariya mirovî, lêgerîn û rizgarkirinê ji Tirkiyeyê vediguhêzin Venezuelayê, ji Balafirgeha Ataturkê ya Stenbolê birê ketin.
Muhammed Emin Canik, Büşranur Keskinkılıç
26 Hezîran 2026•Rojanekirin: 26 Hezîran 2026
ANKARA
Balafirên ku ekîbên alîkariya mirovî, lêgerîn û rizgarkirinê ji Tirkiyeyê vediguhêzin Venezuelayê, ji Balafirgeha Ataturkê ya Stenbolê birê ketin.
Rêveberê Rewşa Acil û Afatê (AFAD) yê Parêzgeha Stenbolê Prof. Dr. Haluk Ozener, beriya birêketina balafirên ku ekîbên alîkariya mirovî, lêgerîn û rizgarkirinê vediguhêzin Venezuelayê, li Balafirgeha Ataturkê ya Stenbolê daxuyanî dan.
Ozener anî ziman ku piştî bihîstin li herêma Yaracuya Venezuelayê bi 39 saniyeyan bi navber, 2 erdhejên bi mezinahiya 7,2 û 7,5 çêbûne, AFADê peywendî bi saziyên peywendîdar, di serî da bi Wezareta Karên Derva, Wezareta Parastina Neteweyî, Wezareta Tenduristiyê û Rêveberiya Giştî ya Karûbarê Ewlekariyê ya Serokomariyê ra danî û dest bi amadekariyan kir.
Ozener destnîşan kir ku di encama danûstanên digel Sererekaniyê da balafireke neqliyeya eskerî ya bi cureyê A-400M hat texsîskirin û wiha pê da çû:
"Ji Stenbol, Îzmir û Denîzliyê, ekîbeke lêgerîn û rizgarkirinê ya AFADê ya 37 kesî, ji Wezareta Tenduristiyê ekîbeke UMKEyê ya 6 kesî, ji Heyva Sor a Tirkiyeyê, ekîbeke alîkariya mirovî ya 2 kesî, 2 kûçikên lêgerînê û 2 wesayîtên lêgerîn û rizgarkirinê yên bitechîzat hatin amadekirin. Dîsa ji aliyê Sererkaniyê va ewê balafireke din bi şiklî bê texsîskirin û ekîbeke 20 kesî ji Lîwaya Alîkariya Mirovî bişînîn herêmê. Wezareta me ya Karên Derva digel Balyozxaneya Tirkiyeyê ya li Venezuelayê di peywendiyê da ye û geşedanan ji nêz va dişopîne. Dema pêwîstî çêbû, ekîpman û personelên îlawe jî ewê bê şandin."
Balafirên ku ekîbên alîkariya mirovî, lêgerîn û rizgarkirinê ji Tirkiyeyê vediguhêzin Venezuelayê birê ketin