Ekip
07 Tîrmeh 2026•Rojanekirin: 07 Tîrmeh 2026
Alîkarê Serokomar Cevdet Yilmaz got, "Tirkiyeya ku piştgiriyeke girîng dide stûna Ewropayê ya NATOyê, YE di serî da divê bikaribe beşdarî hemû teşebisên parastin û ewlehiyê yên Ewropayê bibe."
Yilmaz li ATO Congresiumê di çarçoveya Civîna Serokên Dewlet û Hikûmetên NATOyê ya 36emîn da beşdarî Foruma Sanayiya Parastinê bû.
Alîkarê Serokomar Yilmaz li ser îxracata parastinê sekinî û wiha got: "Îro Tirkiye di nava welatên îxracatkar ên parastinê yên dinyayê da di rêza 11emîn da cih digire. Armanca me ew e ku di paşerojeke nêzîk da têkevin nava 10 welatên ewil. Îxracata me ya parastin û hewageriyê di heyama sala dawî da ji 11 milyar dolarî derbas bû. Ji nêvî zêdetir îxracatên me ji bo mitefîqên me yên NATOyê û welatên YE çêbûn. Divê em sînordarkirin û mueyîdeyên bazirganiyê yên di qada parastinê ya navbera mitefîqan da ji holê rakin û mueyîdeyên bêwate û sînordakirinan ji ser maseyê paqij bikin."
Yilmaz li ser piştgiriyên ku Tirkiye dide Ewropa û NATOyê sekinî û wiha got, "Tirkiyeya ku piştgiriyeke girîng dide stûna Ewropayê ya NATOyê, YE di serî da divê bikaribe beşdarî hemû teşebisên parastin û ewlehiyê yên Ewropayê bibe."