Polîtîka

Wezîrê Parastina Neteweyî Akar: Vagêra ji S-400ê ne mumkin e

Wezîrê Parastina Neteweyî Hulusî Akar diyar kir ku vagêra ji S-400ê ne mumkin e û wiha got, "Divê em li ser wê yekê bisekinin ku dema ev pergal hebe, em dikarin çareseriyeke çawa bibînin."

Önder Beyter  | 11.12.2019 - Rojanekırın : 11.12.2019
Wezîrê Parastina Neteweyî Akar: Vagêra ji S-400ê ne mumkin e

Ankara

Wezîrê Parastina Neteweyî Hulusî Akar di daxuyaniya xwe ya ku da peyamnêrê AAyê da diyar kir ku ji bo parastina Tirkiyeyê, dabînkirina S-400 pergala parastina asîmanî û fuzeyî dewam dike.

Akar diyar kir ku fîloyeke S-400an hat ku fîloyek ji du bataryayan pêk tê.

Herwiha Akar bal kişand ku hatina du bataryayan bo Tirkiyeyê temam bû û qonaxa sazkirinê dewam dike û wiha pê da çû:

"Dema em dibêjin sazkirin, ne di warê ciyê wê da, herwiha ev dê bên sazkirin, test û şixulandina wan dê were kirin. Perwerdeya personelan dewam dike, tê pêşbînîkirin ku dawiya berfanbarê kuta be. Personelê me niha li Rûsyayê ne, ew ê werin in, beşa mamosteyên wan heye, dê perwerdeya îlawe bistînin. Ew mamoste îja dê rabin werin Tirkiyeyê û perwerdeya personelan dê dewam bikin û îhtimal ew e ku bihara 2020an ev sazkirin dê biçe serî û fealiyet dê dest pê bikin. Em xebatên di vê mijarê da didomînin.

Ji bo fîloyeke duyemîn jî hevalên me xebat û hevdîtinên xwe didomînin. Hin krîterê me hene. Wekî, transfera teknolojiyê, bi şêweyeke hevbeş çêkirina van, bi şêweyeke hevbeş îxrackirin van, pêşxistina teknolojiyê û modernîzasyon. Li aliyekî dabînkirina S-400ê, li aliyekî jî xebatên me yên çêkirina pergala neteweyî û xwemalî dewam dikin."

Akar herwiha bal kişand ku wekî endamekî NATOyê, peywendiya wan a ligel Amerîka û welatên din dewam dike û wiha got, "Em dubare tînin ziman ku Amerîka hevkarê me yê stratejîk e û divê li gorî vê yekê tevbigere. Êdî vagêra ji S-400ê ne mumkin e. Divê em li ser wê yekê bisekinin ku dema ev pergal hebe, em dikarin çareseriyeke çawa bibînin."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.