Polîtîka

Wezîrê Karên Derva Hakan Fîdan: Em dixwazin ku hêmanên Sûriyeyî nînin ji HDSyê bên derxistin

"Em dixwazin ku hêmanên Sûriyeyî nînin ji HDSyê bên derxistin. Em dixwazin ku hêmanên ji Iraq, Îran, Tirkiyeyê beşdar bûne demildest veqetin"

Mehmet Şah Yılmaz  | 06.12.2025 - Rojanekırın : 06.12.2025
Wezîrê Karên Derva Hakan Fîdan: Em dixwazin ku hêmanên Sûriyeyî nînin ji HDSyê bên derxistin

Ankara

Wezîrê Karên Derva Hakan Fîdan der barê li artêşa Sûriyeyê entegrasyona PKK/YPGya rêxistina terorê ya ku li Sûriyeyê navê HDSyê bi kar tîne da got ku "Dema ku mijar PKK be em dizanin ku di nav HDSyê da hin hêman hene û tekane hedefa wan ew e ku dijî Tirkiyeyê têkoşînê bidin. Lewra em dixwazin ku hêmanên Sûriyeyî nînin ji HDSyê bên derxistin. Em dixwazin ku hêmanên ji Iraq, Îran, Tirkiyeyê beşdar bûne demildest veqetin."

Wezîr Fîdan di çarçoveya Korbenda Dohayê ya 23yemîn a ku li Dohaya paytextê Qeterê hat lidarxistin da di rûniştina bi serenava ""Newsmaker Interview"ê da pirsên Patrîck Wîntourê edîtorê dîplomasiyê ya rojnameya The Guardîanê bersivand.

- "Em dixwazin ku hêmanên Sûriyeyî nînin ji HDSyê bên derxistin"

Fîdan pirseke der barê li artêşa Sûriyeyê entegrasyona PKK/YPGya rêxistina terorê ya ku navê HDSyê bi kar tîne da bersivand.

Fîdan bi bîr xist ku Tirkiyeyê bi awayekî eşkere îfade kir ka ji HDSyê çi dixwaze û got ku hikûmeta Şamê jî bi awayekî eşkere anî ziman ku hêviya wan ji HDSyê çi ye.

Fîdan diyar kir ku ji bo wan di vê mijarê da çend xalên gelekî girîng hene û wiha axivî:

"Hikûmeta Sûriyeyê û HDS dikarin di navbera xwe da peymanê bikin ji ber ku hikûmeta Sûriyeyê hikûmeteke desthilatdar e. Dikarin peymana xwe bixwe bikin lêbelê dema ku mijar PKK be em dizanin ku di nav HDSyê da hin hêman hene û tekane hedefa wan ew e ku dijî Tirkiyeyê têkoşînê bidin. Lewra em dixwazin ku hêmanên Sûriyeyî nînin ji HDSyê bên derxistin. Em dixwazin ku hêmanên ji Iraq, Îran, Tirkiyeyê beşdar bûne demildest veqetin. Ev dê bibe destpêkeke gelekî xweşik. Ya duyem jî divê hemû hêmanên ku dijî ewlehî û berjewendiyên Tirkiyeyê bi cî bûne bên derxistin. Helbet dê li Şamê nirxandin û hevdîtinên berfirehtir û teknikî bên kirin. Ji ber ku em ji pêvajoyeke hêsan derbas nabin. Em behsa pêvajoyeke ku yekîneyên 50- 60 hezar kesî tevî artêşeke nû hatiye avakirin, dikin. Divê ev pêvajo bi niyeteke baş bê birêvabirin."

Fîdan li ser pirsa gelo hevdîtinên ku bi Abdullah Ocalanê serkirdeyê PKKya rêxistina terorê ra tên kirin dê vê pêvajoya entegrasyonê da rolek bilîze yan na ev gotin:

"Pêkan e ku rolek bilîze. Dema min di navbera salên 2009-13an da peywira Seroktiya MÎTê kir bi kadroya serkêş a PKKyê ra angajmanên min çêbûn. Hevdîtinên min çêbûn, me hewl da ku bigihêjin cihekî. Ya rast em gelekî nêz bibûn ku bigihêjin nêrîneke hevpar. Ya rast em gihaştinê jî lê PKKyê terk kir wê nêrîna hevpar. Ev di her halê da li rabirdûyê ma. Lê dîrok ji dubareyan pêk tê hûn jî dizanin. Ez wisa difikirim pêkan e ku bi taybetî li Sûriyeyê rolekî bilîze. Lê dê bixwaze rolek bilîze yan jî dê bixwaze ku wê wekî lihazeyê bi kar bîne? Em ê li vê binêrin."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.