ANKARA (AA) - Wezîrê Karên Derva Hakan Fîdan di çarçoveya civîna Konseya Wezîrên Karên Derva ya Teşkîlata Dewletên Tirk (TDT) da bi Wezîrê Karên Derva yê Azerbeycanê Ceyhun Bayramov ra civiya.
Di peyama ku li ser hesabê NSosyal a Wezaretê hat weşandin da hat gotin ku Wezîr Fîdan beriya Civîna 12emîn a TDTyê ya ku wê di çarçoveya Civîna Konseya Wezîrên Karên Derva ya TDTyê da bê lidarxistin, li Gebeleya bajarê Azerbeycanê bi hevtayê xwe Bayramov ra civiya.