Polîtîka

Wezîrê Karên Derva Çavuşoglu: Heke welatên Ewropayê nijadperestiya di nav xwe da nesekinîn ew ê here asteke xeternak

"Sîstema navneteweyî ji bo sekinandina pevçûnên li Libyayê bi hev ra tevnagere, di vê mijarê da biryardariyek jî tune"

Haydar Şahin  | 20.02.2020 - Rojanekırın : 20.02.2020
Wezîrê Karên Derva Çavuşoglu: Heke welatên Ewropayê nijadperestiya di nav xwe da nesekinîn ew ê here asteke xeternak

Ankara

Wezîrê Karên Derva Mevlut Çavuşoglu diyar kir ku sîstema navneteweyî ji bo sekinandina pevçûnên li Libyayê bi hev ra tevnagere, di vê mijarê da biryardariyek jî tune.

Wezîr Çavuşoglu di weşana zindî ya TRT Haberê da rojeva polî>tîkaya derva nirxand.

Çavuşoglu bi bîr xist ku Xelîfe Hefterê serokê hêzên çekdar ên nemeşrû yên li rojhilatê Libyayê li Moskova û Berlînê xwe neda ber agirbestê û wiha pê da çû: "Pozîsyona me net e. Bi taybetî dema me tezkere şand Meclisê jî me gotibû. Em ê bi gavên diavêjin va dengeyê pêk bînin. Bi vê dengeyê va li Libyayê agirbestê pêk bînin."

Çavuşoglu bi bîr xist ku Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan û Vladîmîr Putînê Serokê Rûsyayê bi gavên avêtin va di 8ê rêbendanê da banga agirbestê kirin.

Mevlut Çavuşogluyê Wezîrê Karên Derva sîstema navneteweyî ji bo sekinandina pevçûnên li Libyayê bi hev ra tevnagere, di vê mijarê da biryardariyek jî tune.

Çavuşoglu li ser êrîşa li Almanyayê ya tê da Tirk jî hatin kuştin got, "Heke welatên Ewropayê nijadperestiya di nav xwe da nesekinîn ew ê here asteke xeternak"

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.