Polîtîka

Wezîrê Karên Derva Çavuşoglu: "Em ê piştgiriyê bidin pêşniyaza çareseriya dudewletî"

Behlül Çetinkaya, Nazlı Yüzbaşıoğlu  | 29.04.2021 - Rojanekırın : 30.04.2021
Wezîrê Karên Derva Çavuşoglu: "Em ê piştgiriyê bidin pêşniyaza çareseriya dudewletî"

Ankara

ANKARA (AA) - Wezîrê Karên Derva Mevlut Çavuşoglu, "Em ê hê bi hêzdarî piştgiriyê bidin pêşniyaza çareseriya dudewletî ku li ser desthilatdariya Komara Tirkan ya Qibrîsa Bakur be."

Çavuşoglu û Serokomarê Komara Tirkan ya Qibrîsa Bakur Ersîn Tatar piştî konferansa li ser Qibrîsê ku bêyî fermî di formata 5+1ê da bi beşdariya Tirkiye, Yewnanistan û Îngilistana dewletên garantor û terefên Qibrîsê di serkêşiya Neteweyên Yekbûyî (NY) da li Cenevreyê hat çêkirin daxuyanî dan.

Wezîrê Karên Derva Çavuşoglu diyar kir ku Serokê Rûman vizyoneke nû neanî civînê û got ku mîna plakeke asê bimîne gotinên berê dubare kir û sekinî.

Çavuşoglu destnîşan kir wê hê bi hêzdarî piştgiriyê bidin pêşniyaza çareseriya dudewletî ku li ser desthilatdariya Komara Tirkan ya Qibrîsa Bakur be.

Wezîrê Karên Derva Çavuşoglu got ku em serxwebûn, desthilatdarî û wekheviya Komara Tirkan ya Qibrîsa Bakur ji kesî ra bernadin."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.