Wezîrê Karên Derva Çavuşoglu: "Divê Îsraîl dev ji polîtîkayên xwe yên şaş berde"
Ankara
Wezîrê Karên Derva Mevlut Çavuşoglu, "Ji bona Îsraîl bi me ra pêwendiyên xwe baş bimeşîne divê dev ji polîtîkayên xwe yên şaş berde."
Çavuşoglu li Wezareta Karên Derva bi Robert Dusseyê Wezîrê Karên Derva yê Togoyê û Serokê Entegrasyona Afrîkayê û Togoyiyên Dervayî Welêt ra daxuyaniya çapemeniyê li dar xist.
Wezîrê Karên Derva Mevlut Çavuşoglu li ser pirsa der barê xebatên avakirina hikûmeta li Îsraîlê da diyar girîng nîne ku wê kî hikûmetê ava bike, ya girîng ew e ku wê polîtîkayên çawa bimeşînin û wiha got, "Ji bona Îsraîl bi me ra pêwendiyên xwe baş bimeşîne divê dev ji polîtîkayên xwe yên şaş berde."