Polîtîka

Wezîrê Hawirdor û Bajarvaniyê Kurum: Li Wanê me ji bo xaniyên mayînde xebat dan dest pê kirin

Wezîrê Hawirdor û Bajarvaniyê Murat Kurum got li gor agahiyên ewil li Wanê 254 avahî û 297 tewle hilweşiyane, 694 avahiyan jî xisareke mezin dîtine

Türkan Tosun  | 24.02.2020 - Rojanekırın : 25.02.2020
Wezîrê Hawirdor û Bajarvaniyê Kurum: Li Wanê me ji bo xaniyên mayînde xebat dan dest pê kirin

Ankara

Wezîrê Hawirdor û Bajarvaniyê Murat Kurum bû mêvanê Masaya Edîtoran a Ajansa Anadoluyê (AA) ye.

Kurumê ku beşdarî Masaya Edîtoran a AAyê bû, pirsên derbarê rojevê da bersivandin û der barê rojevê da axivî.

Kurum der barê erdheja duh ya bi lerza 5,9 li ser sînorê Tirkiye-Îranê çêbû da got rehma Xwedê miriyan be û ji birîndaran ra jî şifa xwest û der barê xebatên ji bo erdhejê tên kirin da agahî da.

- "Li gor agahiyên ewil 254 avahî û 297 tewle hilweşiyane"

Der barê xebatên tespîtkirina zirara erdheja li ser sînorê Tirkiye-Îranê çêbû û tesîra wê gihîşt bajarê Wanê da Kurum wiha axivî: "Li gor agahiyên ewil 254 avahî û 297 tewle hilweyîşane, 694 avahiyan jî xisareke mezin dîtiye. Ji bo welatiyên me yên hewcedariya wan heye me xebat da destpêkirin ku avahiyên mayînde bên peydakirin.

Kurum ragihand ew ê projeya veguhestina bajêr a herî mezin a di dîroka Elezîzê da bidin destpêkirin û hedefa wan ew e ku xaniyên mayînde yên li Elezîz û Meletiyê heta dawiya salê temam bikin.

- "Li Stenbolê niha 7 hezar û 615 avahî divê bilez bên hilweşandin."

Kurum behsa avahiyên di erdhejê da zirar dîtine kir û xebatên divê bên kirin da agahî da û wiha axivî: "Emê nehêlin welatiyên me di avahiyên bitalûke da bijîn. Em divê bi welatiyên xwe va pêvajoyeke veguhastinê bikin. Li Stenbolê niha 7 hezar û 615 avahî divê bilez bên hilweşandin. Em ji welatiyên xwe rica dikin bila der barê avahiyên xwe yên birîsk da ji me daxwaza tespîtkirinê bikin."

Wezîr Kurum got bi tenê der barê veguhastina bajêr û erdhejê da projeyeke 230 milyar lireyî tê meşandin ku 170 milyarê wê temam bûye.

Ji bo xebata Kanal Stenbolê jî Kurum wiha got: "Çi hewce bike bê sererastkirin emê bala xwe bidin wê û projeya xwe bibiryar bimeşînin, em ji bo vê hewl didin."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.