Polîtîka

Wezîr Soylu: Bi xebatên îqnakirinê îsal 48 terorîst ji rêxistinê qetiyan

Wezîrê Karên Navxweyî Suleyman Soylu bû mêvanê Maseya Edîtorên AAyê rojev nirxand û bersiva pirsên hatin kirin da

27.02.2020 - Rojanekırın : 27.02.2020
Wezîr Soylu: Bi xebatên îqnakirinê îsal 48 terorîst ji rêxistinê qetiyan

Ankara

Wezîrê Karên Navxweyî Suleyman Soylu bû mêvanê Maseya Edîtorên Ajansa Anadoluyê (AA)yê rojev nirxand û bersiva pirsên hatin kirin da.

Wezîr Soylu diyar kir ku bi xebatên îqnakirinê îsal 48 terorîst ji rêxistinê qetiyan.

Wezîrê Karên Navxweyî Soylu ragihand ku meriv nikare bûyerên Geziyê ji serê ser da wek bûyerên mesûm binirxîne.

Soylu diyar kir bi saya notirvanan rêjeya diziyê ya rojane ji 282yan daket 147an.

Wezîr diyar kir ku îro wê têkiliya Vahît Biçakê parêzerê bersûcê kuştina Ceren Damar Şenelê ji Akademiya Polêsan bê birîn.

Ji axaftinên Wezîr Soylu hin sernavên derketin pêş ev in:

Me nehişt ku saziyên sivîl û şaredarî di erdhejê da alîkariyan bi tena serê xwe belav bikin. Ev ne ya me biryara Plana Midaxeleya Afatê ya Tirkiyeyê bû.

(Piştî erdhejê) Heta niha li Elezîz û Meletiyê li ser qederê 150 hezar kesî rehabilîtasyona civakî hat sepandin.

Him li Meletiyê û him jî li Elezîzê demildest tesbîtên xisar û ziyanê hatin kirin û li tu welatî mînakeke wiha tuneye.

Piştî erdhejên Elezîz û Meletiyê me heta niha 460 milyon lire xerc kiriye.

Ji ber îhtimala erdhejeke mezin ya li Stenbolê em plana mezin ya Stenbolê amade dikin.

Me pereyên avahiyên welatiyên xwe yên xera bûne, avahiyên divê bên xerakirin û avahiyên ku hatine tesbîtkirin xisareke mezin dîtine bêyî ku li qanûnê mêze bikin dest pê kir û didin.Li Elezîz û Meletiyê û navçeyên wan heta dawiya Nîsana were bi perspektîfa giştî wê heyat asayî bibe.

(Li Elezîz û Meletiyê xebatên piştî erdhejê) Me bi mixtaran ra koma WhatsAppê vekir. Hê jî koma WhatsAppê heye. Him bi mixtaran ra û him jî bi rêxistinên civakî yên sivîl ra me alîkarî bir û him jî xêrxwazan alîkarî da. Me alîkarî ji milekî va belav nekir. Di kordînasyona me da ji 4-5 hêlan da ev alîkarî hat belavkirin.

(Şewata li Îmraliyê) Şewat ji girtîgeha Îmraliyê li dereke dûr e. Tu talûke tuneye.

Tirkiye taybetî piştî bûyerên çalan dest pê kir ku terorê li çavkaniyê biqedîne. Ji xeynî terorê em dijî terorîzma çandî jî têkoşînê didin.

PKK rêxistineke jinan e û li ser wê hatiye avakirin. Di hemû çalakiyên PKKyê da beşdariya jinan ji sedî 56 e.

Hemû saziyên me têkoşîna dijî terorîstên PKKyî bi biryardariyeke mezin didomînin, lê wê wêrekiya dayikan têkoşîna dijî terorîzmê biqedîne.

Rojhilat û Başûrê Rojhilat di 10-15 salên pêş da dibe navenda hilberîna tekstîlê.

Bi îqnakirina me 273 kes ji rêxistina terorê qetiyan û di vê rewşê da rêxistina terorê tenê 130 kes îqna kiriye û biriye. Ev qabiliyeta me nîşan dide ku em çawa dikevin nav rêxistina terorê û qabiliyeta me ya îqnakirinê ji ya rêxistina terorê zêdetir e. Ev nîşan dide ku em di îstiqameteke rast da ne.

(Şervanên terorîst yên biyanî) Me ji 102 nijadî 7 hezar û 918 kes dersînor kirin.

Kî çi dibêje bira bibêje bûyerên Geziyê bêbextiyeke mezin e. Nifşên di pey me ra werin wê hesabê vê bipirsin.

21 hezar wesaît çakar diemilandin, niha hezar û 440 wesaît çakar diemilînin.

Birêz Davutoglu serokwezîrê berê yê Komara Tirkiyeyê ye û ji mecbûrî divê bê parastin. Îro 63 parêzvanên Birêz Davutoglu hene.

Notirvan alîkarên polêsan in. Wekî polêsan rayeyayên wan yên 'lêgerîna pêşîlêgirtinê, operasyon, komkirina îstixbaratê, lêgerîna edlî, lêgerîna ciyê bûyerê û agahî hildan' tuneye.

Welatî ji notirvanan aciz nabini komên îdeolojîk aciz dibin

Li Tirkiyeyê bi qasî saziya me ku ceza dide kesên şaşiyê dikin saziyeke din tuneye. Salê em 500 polês û 200 cendirmeyên şaşiyê dikinji wezîfeyê hildidin. Qaymeqam şaşiyê bike em ji wezîfeyê hildidin.

(Kuştina jinan) Îsal jimara kesên dimirin ji sedî 28 kêm bûye."


Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.