Polîtîka

Wezîr Kurum: Li Stenbolê niha 7 hezar û 615 avahî divê bilez bên hilweşandin

Wezîrê Hawirdor û Bajarvaniyê Murat Kurum got ku li Stenbolê niha 7 hezar û 615 avahî divê bilez bên hilweşandin

24.02.2020 - Rojanekırın : 24.02.2020
Wezîr Kurum: Li Stenbolê niha 7 hezar û 615 avahî divê bilez bên hilweşandin

Wezîrê Hawirdor û Bajarvaniyê Murat Kurum bû mêvanê Masaya Edîtoran a Ajansa Anadoluyê (AA).

Kurum beşdarê Masaya Edîtoran a AAyê bû, bersiva pirsên derbarê rojevê da hatin kirin da û rojevê nirxand.

Wezîrê Hawirdor û Bajarvaniyê Kurum ragihand ku ew ê projeya veguhestina bajêr a herî mezin a di dîroka Elezîzê da bidin destpêkirin.

Kurum destnîşan kir ku hedefa wan ew e xaniyên mayînde yên li Elezîz û Meletiyê heta dawiya salê temam bikin.

Ji axaftina Kurum hin sernavên derketin pêş ev in:

"(Wan) Li gor agahiyên ewil 254 avahî û 297 tewle hilweyîşane, 694 avahiyan jî xisareke mezin dîtiye.

(Li Wanê avahiyên di erdhejê da zirar dîtine) Ji bo welatiyên me yên hewcedariya wan heye me xebat da destpêkirin ku avahiyên mayînde bên peydakirin.

Emê nehêlin welatiyê me di avahiyên bitalûke da bijîn. Em divê bi welatiyên xwe va pêvajoyeke veguhastinê bikin.

Li Stenbolê niha 7 hezar û 615 avahî divê bilez bên hilweşandin.

Em ji welatiyên xwe rica dikin bila der barê avahiyên xwe yên birîsk da ji me daxwaza tespîtkirinê bikin.

Bi tenê der barê veguhastina bajêr û erdhejê da projeyeke 230 milyar lireyî tê meşandin, 170 milyarê wê temam bûye."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın