Polîtîka

Wezîr Kasapoglu êrîşa nijedperest a li Yewnanistanê şermezar kir

Wezîrê Werziş û Ciwaniyê Mehmet Muharrem Kasapoglu der barê êrîşa nijadperest a li hemberî Tîma Hentbolê ya Jinan da peyama şermezarkirinê weşand

Türkan Tosun  | 17.09.2019 - Rojanekırın : 18.09.2019
Wezîr Kasapoglu êrîşa nijedperest a li Yewnanistanê şermezar kir

Ankara

Wezîrê Werziş û Ciwaniyê Mehmet Muharrem Kasapoglu der barê êrîşa nijadperest a li hemberî Tîma Hentbolê a Jinan a Muratpaşa Belediyesporê ya li Yewnanistanê da peyameke şermezarkirinê weşand.

Kasapoglu bertek nîşanî êrîşa nijadperest da, got ewê gavên hiqûqî bavêjin û wiha dewam kir: "Em bûyerên nebaş ên herdu pêşbirkên li Selanîkê di navbera tîma me Tîma Hentbolê a Jinan a Muratpaşa Belediyesporê û tîma PAOKê ya Yewnanistanê da qewimîn bi tundî şermezar dikin. Tevgerên qesdî û êrîşên ku ji hêla nûner û alîgirên tîma PAOKê va li hemberî tîma me hatin kirin ne li gor rûhê sporê ya aştî û dostaniyê ne."

Wezîr Kasapoglu piştgirî da tîma hentbolê a jinan bertek nîşanî nedaliqandina alaya Tirkiyeyê da û got wek dewlet û gel ew li gel tîma hentbolê ne, ewê gavên hihûqî jî bavêjin.

Kasapoglu anî ziman ew heman tevgerê ya ji bo şermezarkirinê ji meqamên Yewnanistanê jî dixwazin û ji werzişvanan ra got derbasî be.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.