Polîtîka

Wezareta Karê Derve ragihand ku ji aliyê Tirkiyeyê ve derbasdariya hiqûqî ya hilbijartinên Dumayê yên li Kirimê nîn e

Behlül Çetinkaya  | 21.09.2021 - Rojanekırın : 22.09.2021
Wezareta Karê Derve ragihand ku ji aliyê Tirkiyeyê ve derbasdariya hiqûqî ya hilbijartinên Dumayê yên li Kirimê nîn e

Ankara

Berdevkê Wezareta Karê Derve Balyoz Tanju Bilgiç destnîşan kir ku li Kirimê hilbijartinên Dumaya Dewletê ku baskê jêrîn ê Parlementoya Rûsyayê ji aliyê Tirkiyeyê ve derbasdariya wê ya hiqûqî nîn e.

Bilgiç ji bo pirsa derbarê hilbijartinên ku li Kirimê hatin lidarxistin bi nivîskî bersiv da.

Bilgiç anî ziman ku piştevaniya Tirkiyeyê ya ji bo yekparçeyiya axa Ukraynayê didome û wiha got:

"Tirkiye piştevaniya xwe ya ji bo yekparçeyiya axa Ukraynayê didomîneû îlhaqa nehiqûqî ya Kirimê nas nake. Di vê çarçoveyê de, li Kirimê ew hilbijartinên Dumaya Federasyona Rûsyayê, ji aliyê Tirkiyeyê ve derbasdariya wê ya hiqûqî nîn e.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın