Polîtîka

Swêd: Em pir cidî nêzîkî fikarên Tirkiyeyê yên di warê terorê da dibin

Atila Altuntaş  | 27.06.2022 - Rojanekırın : 28.06.2022
Swêd: Em pir cidî nêzîkî fikarên Tirkiyeyê yên di warê terorê da dibin

Stockholms Lan

Wezîra Karên Derva ya Swêdê Ann Lindeê diyar kir ku ew pir cidî nêzîkî fikarên Tirkiyeyê yên di warê terorê da dibin.

Lindeê der heqê mizakereyên Swêdê yên digel Tirkiyeyê yê ji bo endametiya NATOyê da daxuyanî da têlevîzyona dewletê SVTyê.

Lindeê diyar kir, ew difikire ku hevdîtinên li Zîrweya NATOyê ya ku dê li paytextê Îspanyayê Madrîdê sibê dest pê bike, baş derbas bibe û wiha axivî, "Em di hin mijaran da cuda difikirin. Digel vê em dikarin rêzê li nêrînên hev bigirin û rêya lihevkirinê bibînin. Em pir cidî nêzîkî fikarên Tirkiyeyê yên di warê terorê da dibin."

Lindeê diyar kir ku ew der heqê rêxistina terorê PKKyê da xwedî heman nêrînê ne û her wiha ew difikire ku cidîbûna wan a di vê mijarê da ji hêla Tirkiyeyê jî tê dîtin.

Lindeê got ku Swêd di mijara îxracata çekan da li dinyayê xwedî yek ji rêziknameya herî sext e û wiha got, "Heger em têkevin îtifaqeke eskerî ya ku em û Tirkiye em ê hev biparêzin, dê li gorî wê biryar were dayîn. Firsend hene ku ji bo siberojê jî gavan biavêjin."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın