Polîtîka

Serokê Meclisê Şentop: Biryara Dîwana Edaletê ya YEyê ya li ser şalpeyê xeternak e

"Biryara Dîwana Edaletê ya Yekîtiya Ewropayê ya dijî azadiya dîn û baweriyê ya jinên sergirtî, ji gelek aliyî va xeternak e"

Alper Atalay  | 19.07.2021 - Rojanekırın : 20.07.2021
Serokê Meclisê Şentop: Biryara Dîwana Edaletê ya YEyê ya li ser şalpeyê xeternak e

TBMM

Serokê Meclisê Mustafa Şentop diyar kir, biryara Dîwana Edaletê ya Yekîtiya Ewropayê (YE) ya dijî azadiya dîn û baweriyê ya jinên sergirtî, ji gelek aliyî va xeternak e.

Şentop der heqê biryara Dîwana Edaletê ya YEyê ya li ser şalpeyê da daxuyaniyeke nivîskî da.

Şentop bal kişand ku biryara Dîwana Edaletê ya YEyê ya dijî azadiya dîn û baweriyê ya jinên sergirtî, ji gelek aliyan va xeternak e û her wiha da bibîrxistin ku Dîwana Edaletê û hin saziyên Ewropayê berê jî biryarên bi vî rengî dabûn û wiha dewam kir, "Ev biryar bi awayekî eşkere maf û azadiyên Misilmanên li Ewropayê dijîn, binpê dikin. Encamên neyînî yên van biryaran ên di warê aştiya civakî, pêkvejiyana bawermendên baweriyên cuda û cudaxwaziya li ser bingeha baweriyê da dê xwe nîşan bidin."

Şentop her wiha diyar kir, biryara Dîwana Edaletê ya YEyê mixabin wê yekê piştrast dike ku ew fikar û guman rast û di cih da ne ku Ewropa di serî da li hemû dinyayê bi hincetên cuda nahêlin Misilman li qada qamûyê bi awayekî azad cih bigirin û wiha hat gotin:

"Di serî da Dîwana Edaletê ya Yekîtiya Ewropayê û dadgehên mafên mirovan ên navneteweyî, peywira li ser milê hemû merciyên biryarê yên li dinyayê ew e, ne ku bi têgehên razber va midaxeleyên dijî maf û azadiyan mafdar nîşan bidin, belê divê hewla wê yekê bidin ku mensûbên hemû dîn û baweriyan bêyî ku rastî cudaxwaziyekê werin, ji azadiya dîn û baweriyê sûdê werbigirin."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.