Polîtîka

Serokomar Erdogan, Tîma A ya Neteweyî ya Jinan a Voleybolê pîroz kir

Emrah Oktay  | 25.07.2021 - Rojanekırın : 25.07.2021
Serokomar Erdogan, Tîma A ya Neteweyî ya Jinan a Voleybolê pîroz kir

Tokyo

Serokomar Recep Tayyip Erdogan, pîrozbahî li Tîma A ya Neteweyî ya Jinan a Voleybolê kir ku di Lîstikên Olîmpiyatên Tokyoyê yên 2020î da Çîn 3-0 têk bir.

Erdogan, bi rêya Wezîrê Ciwanî û Sporê Mehmet Muharrem Kasapoglu ku ji bo şopandina pêşbirkên werzişvanên neteweyî li paytextê Japonyayê Tokyoyê ye, bi kaptana tîma neteweyî Eda Erdem Dundarê ra axivî.

Erdogan di axaftina têlefonê da ji Edayê da wiha got, "We em gelekî hestiyar kirin. Min maç ji seta ewil pê va temaşe kir. Ez huba xwe ji hemû keçên me ra dişînim. Sêşemê înşelah ez ê maça Îtalyayê jî temaşe bikim."

Tîma A ya Neteweyî ya Jinan a Voleybolê di maça ewil a Koma B ya Lîstikên Olîmpiyatên Tokyoyê yên 2020î da Çîna şampiyona olîmpiyata dawîn 3-0 têk bir û destpêkeke serkeftî tomar kir. Tîma neteweyî dê di maça duyemîn a lîstikên olîmpiyatê da 27ê Tîrmehê Sêşemê derkeve hemberî Îtalyayê. Pêşbirk bi dema Tirkiyeyê dê saet 10.25an dest pê bike.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.