Serokomar Erdogan: "Siyasetmedarên Ewropayî di ser dijberiya Îslamê da hesabên berjewendiyên siyasî dikin"
Ankara
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan, "Siyasetmedarên Ewropayî di dewsa dijî dijberiya Îslamê têbikoşin ku mîna pençeşêrê di civakê da belav dibe, mijarê îstismar dikin û hesabên berjewendiyên siyasî dikin."
Erdogan ji "TRT World Forum 2021ê" ra vîdeopeyam şand.
Serokomar Erdogan destnîşan kir siyasetmedarên Ewropayî di dewsa dijî dijberiya Îslamê têbikoşin ku mîna pençeşêrê di civakê da belav dibe, mijarê îstismar dikin û hesabên berjewendiyên siyasî dikin.
Erdogan diyar kir pergala ku gotina alema Îslamê derbas nabe û guh nadin daxwazên Afrîka, Amerîkaya Latîn û Asyaya Başûr bi vî awayî nadome."