Polîtîka

Serokomar Erdogan: Piraniya sozên gava em derketin rê me dan me anîn cih

Elif Küçük, Zeynep Rakipoğlu, Kaan Bozdoğan  | 06.05.2022 - Rojanekırın : 07.05.2022
Serokomar Erdogan: Piraniya sozên gava em derketin rê me dan me anîn cih

Istanbul

 Serokomar Recep Tayyip Erdogan diyar kir, gava ew derketin rê, sozên ku wan di warên perwerde, tenduristî, edalet, ewlekarî, vejen, veguhestin û çandiniyê da dan, wan bi piranî anîn cih.

Serokomar Erdogan di ziyareta xwe ya ji bo Şaredariya Çatalcayê da ji Şaredar Mesut Uner der heqê navçeyê da agahî sitandin.

Piştî ziyaretê, Erdogan xîtabî qelebalixiyê kir ku li ber şaredariyê ji bo wî kom bûbûn û diyar kir ku ew di rojeke mustesna da bi awayekî surprîz digel welatiyan hatin cem hev.

Erdogan diyar kir ku hêviya wî ew e ku digel welatiyan di gelek eydan da bê cem hev û wiha dewam kir:

"Gava em derketin rê, di warên perwerde, tenduristî, edalet, ewlekarî, vejen, veguhestin û çandiniyê da sozên me yên mezin hebûn. Hemd be, me ev sozên xwe bi piranî anîn cih. Li Tirkiyeyê 76 zanîngehên me hebûn, niha 207 zanîngeh hene. Parêzgeheke me ye bêzanîngeh nemaye. Li tevahiya 81 parêzgehên me êdî zanîngeh hene."

Wezîrê Veguhestin û Binesaziyê Adil Karaismailgolu û Serokê AK Partiyê yê Parêzgeha Stenbolê Nuri Kabaktepe di ziyaretê da hevaltiya Serokomar Erdogan kirin. Erdogan digel kesên bi xwe ra wêneya bîranînê da kişandin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.