Serokomar Erdogan iro sibê biçe Komara Tirkan a Qibrîsa Bakur
Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan iro sibê Komara Tirkan a Qibrîsa Bakur ziyaret bike.
Ankara
ANKARA (AA) - Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan iro sibê Komara Tirkan a Qibrîsa Bakur ziyaret bike.
Li gor daxuyaniya Serokatiya Ragihandinê Serokomarê Erdogan dê li ser daweta Serokomarê Komara Tirkan a Qibrîsa Bakur iro ji bo ziyareta fermî biçe Komara Tirkan a Qibrîsa Bakur.
Erdogan dê di çarçoveya ziyaretê da îştirakî merasimên ku dê ji ber 37emîn salvegera damezrandina Komara Tirkan a Qibrîsa Bakur bên lidarxistin bike.
Di hevdîtinên ku dê di navbera Serokomar Erdogan û Serokomar Tatar da bên lidarxistin da dê li ser pêngavên ku dê ji bo bêtir xurtkirina hevkariya nêz a di navbera Tirkiye û Komara Tirkan a Qibrîsa Bakur da bikarin biavêjin bisekinin, li ser doza Qibrîsê û geşedanên dawîn ên li Rojhilatê Behra Spî guftûgo bikin.
Tê payîn ku di çarçoveya ziyareta Serokomar Erdogan da Nexweşxaneya Rewşa Acîl a Lefkoşayê bi awayekî fermî bê vekirin.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.