Polîtîka

Serokomar Erdogan: "Fetha Stenbolê wê li Balafirgeha Ataturk bê pîrozkirin"

18.05.2022 - Rojanekırın : 19.05.2022
Serokomar Erdogan: "Fetha Stenbolê wê li Balafirgeha Ataturk bê pîrozkirin"

Serokomar û Serokê Giştî yê AK Partiyê Recep Tayyîp Erdogan ragihand ku fetha Stenbolê di 29ê Gulanê da wê li Balafirgeha Ataturk bê pîrozkirin.

Erdogan di Civîna Koma Meclisê ya AK Partiyê da axivî.

Serokomar Erdogan der barê çûyîna Kemal Kiliçdarogluyê Serokê Giştî yê CHPyê ya li Şirketa A.Ş. ya Şêwirmendî, Parastin, Pîşesazî û Avahîsazî ya Navneteweyî (SADATê) da got em baş dizanin ku ev çûyîn dijî rola navbeynkariyê ya Tirkiyeyê û operasyonên li dervayî sînoran tên kirin bersivek e.

Erdogan got ku bi rêvebirên SADATê ra tu eleqeyeke min tuneye, lê wisa bêşerm e (Kiliçdaroglu) ku dibêje ev sazî saziyeke derbekar e û wiha dewam kir, "Em baş dizanin ku ji bona here wê derê kê di guhê wî da gazî kiriye, çima çûye û armanca vê çûyînê çi ye. Hûn ê bi ser nekevin. Hûn bi wasiteya derbekar û rêxistinên terorê bi ser neketin, hûn ê bi wesîleya Kemal Efendiyê ku dirûvê şexsên karîkaturan didê qet bi ser nekevin."

Serokomar Erdogan destnîşan kir derdê wan xwedîlêderketina navê Ataturk nîne, dixwazin vî navî ji xwe ra bikin mertal û rojeva xwe ya kirêt bidin meşandin û wiha axivî, "Heger bi rastî jî li ser navê Ataturk hesas bûna beriya tabelaya balafirgehê wê ji kesên ku ji wan ra digotin 'seyên Mustafa Kemal' hesab bipirsîna. Kemal Efendî tu bi kesên ku di şikeftan da dijîn ra hevkariyê dikî. Tu bi wan ra rêhevaliyê bike."

Erdogan ragihand ku fetha Stenbolê di 29ê Gulanê da wê li Balafigeha Ataturk bê pîrozkirin.

Serokomar Erdogan balê kişand ser daxwaza Finlandiya û Swêdê ya ji bona endamtiya NATOyê û got ku li gorî me mezinbûna NATOyê gorî siyaneta ji bona hesasiyetên me watedar e.

Erdogan balê kişand ser terorîstên ku ji Swêdê îadekirina wan hat xwestin û got ku hûn terorîstên ku em dixwazin nadin, lê hûn radibin û ji me endamtiya NATOyê dixwazin û wiha pê da çû, "Em yek ji wan dewletan in ku fiîlî alîkariya herî mezin didin xebatên îtifaqê, lê ev nayê wê wateyê ku em ê bêyî pirsîn û gotin ji her pêşniyazê ra bibêjin 'erê'."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın