Polîtîka

Serokomar Erdogan: Em ê miheqeq ji bona welatê xwe destûreke bingehîn ya azadîparêz, sivîl û berfireh çêkin

10.05.2022 - Rojanekırın : 11.05.2022
Serokomar Erdogan: Em ê miheqeq ji bona welatê xwe destûreke bingehîn ya azadîparêz, sivîl û berfireh çêkin

Serokomar Recep Tayyîp Erdogan, "Gava derfet û îmkana me çêbe em ê miheqeq ji bona welatê xwe destûreke bingehîn ya azadîparêz, sivîl û her kesî di xwe da dihewîne, çêkin."

Erdogan li Salona Konferansê ya Serokatiya Şûreya Dewletê di merasima salawexta 154emîn ya avakirina Şûreya Dewletê da axivî.

Serokomar Erdogan di axaftina xwe da balê kişand ser çêkirina destûreke bingehîn ya nû û wiha peyivî, "Îradeya me ku em gelê xwe ji destûra bingehîn ya derbeyê ku wesayetparêzin 12ê Îlonê pif kirine rihê wê rizagar bikin baqî ye."

Erdogan di berdewamiyê da got gava derfet û îmkana me çêbe em ê miheqeq ji bona welatê xwe destûreke bingehîn ya azadîparêz, sivîl û her kesî di xwe da dihewîne, çêkin.


Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın