Serokomar Erdogan: Em ê hemû bi hev ra sedsala 21em têxin 'Sedsala Tirkiyeyê'
- "Digel hemû neyêniyên derdorê Tirkiye wesfê xwe diparêze ku giraveke îstiqrarê, giraveke hizûr û ewlehiyê ye"
Ankara
Serokomar Recep Tayyip Erdogan got, "Digel hemû neyêniyên derdorê, Tirkiye wesfê xwe diparêze ku giraveke îstiqrarê, giraveke hizûr û ewlehiyê ye."
Serokomar Recep Tayyip Erdogan piştî Civîna Kabîneya Serokomariyê ya ku li Kuliyeya Serokomariyê hat kirin, bangî milet kir.
Serokomar Erdogan wiha got, "KIZILELMAya balafira me ya şer a bêfirokevan, dawiya hefteyê di dîroka hewageriyê ya dinyayê da serkeftineke ewil bi dest xist. Em di her qadê da vê dînamîzm û pêşketinê dibînin."
Erdogan li ser daneyên aboriyê sekinî û wiha got, "Me dahata xwe ya salane ku 238 milyar dolar bû, derxist 1,5 trîlyon dolarî. Ji bo 2028an hedefa me ew e em mezinahiya aboriya xwe bigihînin 1,9 trîlyon dolarî."
Serokomar Erdogan derbarê pêvajoya "Tirkiyeya Bêteror da jî wiha axivî:
"Bi pêvajoya Tirkiyeya Bêteror va em hewl didin ku aboriya me zêdetir pêş bikeve, yek ji astengiyên herî mezin li pêşiya hizûr û biratiya me ji holê rabe. Benda biratiyê ya em ê li herêma xwe ava bikin wê hemî lîstikên qirêj serobino bike, wê lîstikên sedsalî xera bike, deriyên serdema nû vebike. Bêyî ku em têkevin tesîra tehrîkan, guh bidin provokasyonan, teslîmî zimanê hêrsê bibin, ji bo ku ev nifş ji kûveyê derkeve fiîlê, em ê bixebitin. Digel birayên me yên Kurd, Ereb tevî civatên dost û bira yên li herêma me, bi hezaran salan e dilê me bi hevdu ra lê dide. Di pêşerojê da jî wê bi hevdu ra be."
Serokomar Erdogan got ku 86 milyon wê mil bidin hev, ji hev hez bikin, bi hev ra bixebitin û wiha dewam kir, " Em ê hemû bi hev ra sedsala 21em têxin 'Sedsala Tirkiyeyê'
Erdogan li ser endamtiya Tirkiyeyê ya Yekîtiya Ewropayê sekinî û wiha axivî, "Endamtiya tam digel astengiyên ku derdikevin pêşiya me, hê jî armanca me ya stratejîk e."
Serokomar Erdogan bal kişand ser rageşiya li Behra Reş û wiha got, "Tê dîtin ku şerê di navbera Rusya-Ukraynayê da, eşkereyî ewlehiya seyruseferên li Behra Reş tehdît dike. Li Herêma me ya Aborî ya Munhasir, hedefgirtina keştiyên bazirganiyê merivan dixe fikarê û zêdebûna rageşiyekê nîşan dide. Ev êrîşên ku ewlehiya sefer, can û dorhêlê tehdît dikin, em nikarin bi taybetî li herêmên xwe yên sînorkirî mazûr bibînin."
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
