Polîtîka

Serokomar Erdogan: Divê ji bo dijminahiya Îslamê û dijayetiya biyaniyan bibêjin êdî bes e

Erdogan destnîşan kir çalakiyên tundiyê yên li ser mizgeft, sînagog, dêr û perestgehan zêde bûne û sûcên rikê yên li hemberî komên di nav civakê da ku ziman, bawerî, nijad, şekl û şemalên wan cihê ne her diçe zêdetir dibe.

İbrahim Atmaca, Önder Beyter, Elif Irmak  | 27.01.2021 - Rojanekırın : 28.01.2021
Serokomar Erdogan: Divê ji bo dijminahiya Îslamê û dijayetiya biyaniyan bibêjin êdî bes e

Ankara

Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan got, "Ji bo trajediyên mîna Holokost, Bosna, Ruanda, Kamboçyayê dubare nebin dibê civaka navneteweyî têkeve dewrê. Taybetî bi tesîra platformên dîjîtal û dezgehên çapemî û weşanê va jî dijmintiya Îslamê zêde bûye û divê seba vê dijmintî û dijayetiya biyaniyan êdî bibêjin 'bisekinin'."

Serokatiya Ragihandina Serokomariyê di Roja Bîranîna Holokostê ya Navneteweyî ya 27ê Rêbendanê da ji bo bîranîna qurbaniyên hemû komkujiyan ên li dinyayê û ji bo lêhaybûna civaka navneteweyî ya "di nav aştiyê da jiyana bihev ra" malpera înternetê ya "weremember.gov.tr"yê amade kir.

Serokatiya Ragihandina Serokomariyê bi tevkariya Wezareta Karên Derva malpera înternetê ya "weremember.gov.tr"yê amade kir. Malper di 27ê rêbendanê ku Neteweyên Yekbûyî weke Roja Bibîranînê ya Holokostê ya Navneteweyî qebûl dike da vebû.

Malperê bi Îngilizî dest bi weşanê kir û vîdeoya ku Serokomar Recep Tayyîp Erdogan tê da peyam dide, cih girt.

- "Mijarên kedernak nîşan dan ku îdeolojiyên nijadperest rê li eş û keserên çawa vedikin"

Serokomar Erdogan diyar kir ku wek mirovahî ew di heyameke zor û zehmet da derbas dibin di vê heyama şewbê da vîrusa nijadperestiyê jî her diçe belav dibe.

Erdogan destnîşan kir çalakiyên tundiyê yên li ser mizgeft, sînagog, dêr û perestgehan zêde bûne û sûcên rikê yên li hemberî komên di nav civakê da ku ziman, bawerî, nijad, şekl û şemalên wan cihê ne her diçe zêdetir dibe.

Serokomar Erdogan ragihand ku terora nijadperestiyê ji bo aştî û ewlehiya civakê talûkeye û wiha domand: "Di sedsala borî da mijarên kedernak nîşan dan ku îdeolojiyên nijadperest rê li eş û keserên çawa vedikin. Bi milyonan mirovên di Holokost, Bosna, Ruanda û Kamboçyayê mirin û nîşaneyên wan nîşan didin ku berî van qirkirinan cihêkariya bipergal, wek ewladê hêwiyê dîtin û zêdebûna gotinên birik va xwe nîşan dane. Ji wan qirkirinan heryek mînakeke berbiçave û berpirsyariya civaka navneteweyî bi bîr dixe."

Erdogan da zanîn ku têkoşîna dijî gotinên nefredê ne tenê wezîfeya mexdûran e, wek mirovahî wezîfeya me hemûyan e û got ku "Ev ji helwesteke exlaqî wêdetir li gor Peyman Pêşîlêgirtin û Cezakirina Komkujiyê ya Neteweyên Yekbûyî ya bi dîroka 1948 jî berpirsyariyeke peymanî ye. Rolên girîng ên ku divê rêxistinên navneteweyî, hikûmet, çapemenî, siyasetmedar, civaka sivîl, komên dînî û rîspî di vê çarçoveyê da hildin ser xwe hene."

'Divê ji bo dijminahiya Îslamê û dijayetiya biyaniyan bibêjin êdî bes e'

- "Divê ji bo dijminahiya Îslamê û dijayetiya biyaniyan bibêjin 'êdî bes e'"

Serokomar Erdogan da zanîn ku wek welatekî ku çendî sedsal e cidahiyan di nav aştiyê da bi hev ra didin jiyandin di serî da teşebûsa Îtifaqa Şaristaniyan di gelek platformên ku em endamê wan e di vî warî de hewl didin.

Serokomar Erdogan behs kir ku bi polîtîkaya deriyê vekirî ya ku tetbîq dikin va dîn, ziman û baweriya wan çi dibe bila bibe bêyî ku tu ciyawaziyê bikin xwedî li herkesê ku xwe dispêrin welatê me derdikevin û got ku "Ji bo ku trajediyên wekî Holokost, Bosna, Ruanda, Kamboçyayê dubare nebin, civaka navneteweyî divê dest bi tevgerê bike. Divê êdî ji dijmintiya Îslamê û diyajetiya biyaniyan ku nexasim bi tesîra platformên dijîtal û organên weşan û çapkirinê zêde bûye ra 'raweste' were gotin."

Serokomar Erdogan ragihand, ew, projeya ku bi pêşengtiya Wezareta Karên Derva û Serokatiya Ragihandinê hat cîbicîkirin, wekî piştgiriyeke watedar a ji bo têkoşîna dijî sûcên nefretê dinirxîne û wiha got, "Bi vê wesîleyê ez bîranînên qurbaniyên jenosîdan bi rêz bi bîr tînim û hêviya siberojeke wisa dikim ku her cure cudaxwazî dê bi dawî bibe û sûcên dijî mirovahiyê neyên kirin."

- Êş û elemên rûdayî dê neyên jibîrkirin

Qewimînên ku di jenosîdên wekî Holokost, Ruanda, Srebrenitsa, Kamboçyayê da rû dan dê li ser malpera "weremember.gov.tr" bi agahî, belge û wêneyan bên vegotin.

Di malpera ku dê peyamên nûnerên Cihû û Romanên qurbaniyên Holokostê bên parvekirin da çavkaniyên wekî gotarên weşandî û pirtûk jî dê bên bîterkirin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.